YE li ser sistkirina sînordarkirinên rêwîtiyê, bernivîsek amade kir

YE li ser sistkirina sînordarkirinên rêwîtiyê, bernivîsek amade kir

PeyamaKurd -  Komîsyona Yekîtîya Ewropa (YE) li ser sistkirina sînordarkirinên rêwîtiyê, bernivîsek amade kir û rê li ber kesên derzî li xwe dane vedike.

Li gor bernivîsa nû, rê li ber kesên derzî li xwe dane vedibe, ku ew bê test û karantîna ji welatekî YEyê herin welatekî din yê yekîtiyê.

Welatên YEyê, di serê Gulanê de bo sertîfîkayên COVID-19 li hev kiribûn. Di sertîfîkayê de agahiyên ser karanîna derziyê, rewşa tenduristiyê ya piştî nexweşiyê û encama testê dê cîh bigirin.

Bi bernivîsa Komîsyona YEyê, tê xwestin ku kesên heta 14 rojan berî rêwîtiyê her du dozên derziyê li xwe dane, bê test û karantîna tevbigerin.

Li welatên YEyê, heta niha bi qasî nîvê welatiyan doza pêşî ya derziyê li xwe dane.
 

Herwiha di bernivîsê de ji bo kesên bi vîrusa Korona ketine û baş bûne jî tê xwestin ku ew bi qasî 180 rojan neyên sînordarkirin.

Komîsyona YEyê, bi bernivîsê dixwaze ku li cîhên pêketina vîrusa Korona jinûve zêde dibe sistkirin werin rakirin û berpirsiyên rêwiyan werin berfireh kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin