Pistî HTSê, Ehrar Sam jî li dijî hevdîtinên Enqere-Samê derket

Pistî HTSê, Ehrar Sam jî li dijî hevdîtinên Enqere-Samê derket

PeyamaKurd – Piştî ku Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) dijatiya xwe ya bo hevdîtinên asayîbûnê yên navbera Tirkiye û rejîma Sûriyê eşkere kir, rêxistina Ehrar el Şam a opozîsyonê ku Tirkiye piştevaniya wê dike jî li dijî danûstandinên Enqere-Şamê derket.

Li gorî ragihandina ajansa Reuters, Ehrar el Şam li ser hevdîtinên Şam û Enqereyê daye xuyakirin, "Em ji rewşa hevpeymanên xwe yên Tirk têdigihin, lê em lihevkirineke bi hikûmeta Sûriyê re xeyal jî nakin.”

Li aliyê din rayedarekî Tirk jî li ser civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Moskowê ku 28ê Kanûna 2022yan pêk hatibû gotiye, Enqere nerazîbûnên komên çekdar ên li dijî civînê dibîne, lê belê Tirkiye polîtîkaya xwe bi xwe diyar dike.

Herwiha wî rayedarî ji Reutersê re daye zanîn ku nabe ew ji civîna yekem bendewariya encamekê bikin.

HTŞê jî ragihandibû ku ew ‘zivirandina ji nû ve ya bo asayîbûna têkiliyên Şam û Enqerê red dikin û ew ê heta bigihin Şamê û rejîmê hilweşînin şer bikin.

Herî dawî doh 3yê Çileyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, bi serokên opozîsyona Sûriyê re li Enqereyê civiyabû û girêdayîna Tirkiyê ya bo piştgiriya opozîsyona Sûriyê û pabendbûna bi çareseriya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 dubare kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin