PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di roja 7emîn a operasyonên dijî şaneyên DAIŞê li herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, 5 terorîstên din ên DAIŞê hatin desteserkirin ku ligel wan gelek cebilxane jî hatin bidestxistin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD hêzên hevbeş di roja 7an a Operasyona Birûska Cizîrê ya serdegirtin û şopandina şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst de, operasyonên li herêmên Til Hemîs, Til Birak û Holê dewam dikin.”
Hat diyarkirin ku di roja 7an de lêgerîna çekdarên DAIŞê li gundên Rebîe, Texleba Jorîn, Texleba Jêrîn û Metlote yên li herêma Til Hemîsê û herêma sînorê Sûriyê-Iraqê bi rûbera 40 kîlomtre hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê de, çekdarekî DAIŞê ku pere dida xelkê ku ji şaneyên rêxistina terorîst re bixebitin tevî cebilxaneyê hat desteserkirin û dîsa çekdarekî din ku beşdarî gelek êrîşan bûye û ji hêzên operasyonê reviyaye hate girtin.
Hat gotin ku li Dêrazorê jî 3 terorîst hatine girtin ku ligel wan gelek cureyên çekan, alavên leşkerî hatine bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin