PeyamaKurd - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî Mesrûr Barzanî, sersala nû ya Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya Newrozê de cih da van îfadeyan:
"Ew cejna netewî bo me gelê Kurd xwedan wate û taybetmendî ye. Ji aliyekî destpêka sala nû ye ji aliyekî din ve jî sembola şerê dijî sitem û bidestxistina azadî û serfiraziyê ye. Gelê Kurdistanê niha di nava pêvajoyeke dijwar re derbas dibe, bi berxwedan û vîna vî gelê serbilind li hember tevahiya wan dijwariyan rawestiyane, ji ber vê yekê xelkê berxwedêr yê me hêjayê rêz û spasê ye."
Behsa yekîtî û tebayiya Kurdan jî kir û wiha ragihand:
"Dilniyan ku derfeta derbasbûyn ji wan dijwariyan û dabînkirina pêşerojeke baştir li pêşiya me ye ku ew jî bi yekrêziya nav mala Kurdistaniyan dibe. Di vê çarçoveyê de jî hêvî dikim ku cejna Newrozê bibe ew derfet bo yekrêziya navbera dilsozan û têkoşeran ji bo serxistina doza rewa ya gelê me û bidestxistina mafên gelê me."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin