Li Herêma Kurdistanê du erdhej çêbûn

Li Herêma Kurdistanê du erdhej çêbûn

PeyamaKurd Li Herêma Kurdistanê, bakûrê rojhilatê Xaneqînê û nêzîkî Duhokê, du erdhej çêbûn.

Li gor Rêveberiya Keşnasî û Erdhêjan a Herêma Kurdistanê îro roja Çarşemê 02.06.2021ê diyar kir, saet 01:14:22 bi dema herêmî, li sînorê Qesrî Şîrîn 11 kîlometre li bakûrê rojhilatê Xaneqînê, erdhêjek li gor pileya 3.1 a rîxterê çêbûye.

Herwiha Rêveberiya Keşnasî û Erdhêjan a Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye erdhêja din di navbera parêzgehên Bakur û Başûrê Kurdistanê, nêzîkî Duhokê bi pileya 3 a rîxterê pêk hatiye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin