PeyamaKurd – Nîqaşên li ser vegera rejîma Sûriyeyê bo Komkara Erebî karvedaneke mezin bi xwe re anî.
Yekîtiya Ewropa (YE) ji destpêka krîza Sûriyê ve, hilweşandina rejîma Beşar Esed dixwaze, ragihand ku piştî vegera Sûriyeyê bo Komkara Erebî jî nêrîna wan a derbarê rejîma Esed de neguheriye.
Yek ji Berdevkê Komîsyona YEyê Peter Stano, li ser mijarê da xuyakirin, heta ku hemû sedemên bûne hinceta dorpêçan ji holê ranebin û çareseriyeke siyasî ya di çarçoveya biryara NY ya 2254 de pêk neyê û welat ji nû ve neyê avadankirin, ne mimkun e dorpêçên ser rejîma Esed bên rakirin.
Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Ewropayê heta niha 322 rayedarên rejîma Sûriyê û 81 saziyên wê xistine bin dorpêçên aborî û ji bilî wê jî ji sala 2011an hebûnên darayî yên rejîma Esed hatine cemidandin û qedexeya geştê hatiye danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin