‘Li nexwesxanê fîsê Burhan Kuzu kisandine’

‘Li nexwesxanê fîsê Burhan Kuzu kisandine’

PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê parlamentarê berê yê AKPê Burhan Kuzuyê ku yek ji şêwirmendê Erdogan bû û çend meh berê ji Covidê can dabû, piştî îdiayên mafyagerê tirk Sedat Peker ên derbarê têkiliyên Burhan Kuzu bi mafyagerê îranî Zindaştî re got ku li nexweşxaneyê fîşê wî kişandine.

Şêwirmendê berê yê Burhan Kuzu, Sînan Çiftçî ji medya tirk re gotiye, Kuzu ji Zindaştî 100 milyon dolar wergirtiye.

Çiftçî îdia kir ku Burhan Kuzu dema bi koronayê ketibû tenê ew pê agahdar bû û li nexweşxaneyê ji bo dosyeya Zindaşî bê nixumandin ew bawer dike ku fîşê wî hatiye kişandin.

Sînan Çiftçî herwiha gotiye, “Burhan Kuzu, teqîba pereyên mezin dikir. Herî zêde Berat Albayrak ew bikar tanî. Fuat Oktay (Cîgirê Erdogan), Mustafa Şentop (serokê parlamenê) re jî gelek kar çareser dikirin.”

Çiftçî îdia kir, “Di wê baweriyê de me ku li nexweşxanê fîşê wî kişandin. Ji bo dosyeya Zindaştî bê girtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin