PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya G20an a li Hindistanê de, bi Welîehd Prensê Erebistana Siûdî Muhamed bin Selman û Serokê Misirê Ebdulfettah El Sîsî re hevdîtin kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtina ligel Erdogan û Selman de, pêwendiyên dualîyên herêmî û gerdunî hatin gotûbêjkirin.
Herwiha Erdogan bi Sîsî re jî civiya ku di hevdîtina di çarçoveya Lûtkeya Lîderan a G20an de hate encamdan de, pêwendiyên dualî, zêdekirina qebareya bazirganî, hevkariya enerjiyê û mijarên herêmî û gerdunî hatin axaftin.
Di hevdîtinên Erdogan de, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê Îstixbaratê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Şêwirmendê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê Akîf Çagatay Kiliç û Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Sefer Turan beşdarî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin