Talîban: “Me ji Amerîkayiyan zêdetir can da”

Talîban: “Me ji Amerîkayiyan zêdetir can da”

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Washington Post û CBS yê, di êrîşên terorî yên ser balafirgeha Kabîlê û teqînan de 170 kes mirin ku 13 ji wan leşkerên Amerîkayê ne.

Ji wezareta tenduristiyê ya Afxanistanê rêvebirekî ragihandiye ku herî zêde ji Afxanan hatine kuştin. Rêvebirekî Talîbanê yê nexwestiye navê xwe bide, gotiye ku di êrîşan de 28 endamên Talîbanê hatine kuştin û ji Amerîkayê bêhtir candayiyên wan hene. Rêvebirê Talîbanê gotiye ku bo ne hewceye Amerîka heya 31 ê tebaxê dirêj bike.

Rêvebirekî asayîşê yê Rojavayî ragihandiye ku piştî êrîşan tehliya sîvîlan lez danê û sefer bi nîzamî tên kirin.

BBC yê ragihandiye ku jimara birîndarên sîvîl ji 150 yî zêdetire.

Tîma ewlehiya netewî ya Koşka Sipî ji Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris re gotiye dibe ku êrîşên din yên terorî çêbibin û hişyariyê daye wan. Biden li ser mijarê ragihandibû ku wê nêçîra kesên ku êrîşan kirine bikin. Biden gotibû ku êrîş ji aliyê DEAŞ ê ya bi navê DEAŞ/Xorasanê de hetiye kirin.

Biden ragihandibû ku wan di hefteyên dawiyê de xeberê sitendibûn ku grûba DEAŞ/Xorasanê wê êrîşê balafirgehê bike lewra lezê dabû tehliyeyên li Balafirgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin