Amerîka meha Nîsanê bi temamî vedikise: Parastina hêzên Kurd…

Amerîka meha Nîsanê bi temamî vedikise: Parastina hêzên Kurd…

PeyamaKurd – Li gor rojnameya Amerîkî Wall Street Journalê rayedarên leşkerî yên Amerîkî yên li ser kar û malnişîn ragihandine ku dê leşkerên Amerîkayê heta meha Nîsanê bi temamî ji Sûriyê vekişin, lê hîn ti planek ji bo parastina hêzên Kurd nehatiye kirin.

Rayedarên leşkerî ji WSJê re gotine, dê piştî kontrolkirina bajaroka dawî ya di destê DAIŞê de, dê Amerîka lezê bide vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û heke di planan de guherînek çênebe dê beşeke girîng a wê hêzê meha Adarê bê vekişandin û yên mayî jî heta dawiya meha Nîsanê bi temamî bên vekişandin.

Li gor wan rayedarên Amerîkî, Amerîka ji bo parastina hêzên Kurd bi Tirkiyê re hevdîtinan dike, lê heta niha ti pêşveçûnek çênebûye û Amerîka bêyî ti planeke parastina YPG/HSDê dê vekişîna ji Sûriyê temam bike.

Li ser îdiayên WSJê rayedarên Amerîkî nexwestine ti daxuyaniyeke fermî bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin