Putin: Her tist li gorî planê dimese

Putin: Her tist li gorî planê dimese

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi rêya daxuyaniyekê da zanîn ku geşedanên li Ukraynayê, li gor planên wî dimeşin.

Vladimir Putin, di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de li ser operasyona leşkerî ya ku Rusya li Ukraynayê berdewam dike axivî û got ku

"Dînamîk erênî ne. Her tişt li gorî plansaziya Wezareta Berevaniyê û Sererkaniyê dimeşe. Her wiha ez hêvî dikim ku şervanên me careke din bimeşin. Encamên xebatên wan dê car din me razî bikin."

Her wiha di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rusyayê ku îniya borî dabû de hat ragihandin ku piştî pevçûnên tund ên berdewam ên bi artêşa Ukraynayê re kontrola bajarê girîng Soledarê yê li Donetskê hatiye pêkanîn. Hatibû diyarkirin ku bi kontrolkirina Soledarê re wê rêyên îkramî yên leşkerên Ukraynayê yên li bajarê Baxmût ê li başûrê rojavayê Ukraynayê bên qutkirin û piştre jî Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bên astengkirin.

Bersiva Ukraynayê ya li hember daxuyaniya rexnegir a Rusyayê dereng neket û Berdevkê Fermandariya Leşkerî ya Rojhilat a Serfermandariya Ukraynayê Serhiy Cherevatyi diyar kir ku agahiyên ku dibêjin Rusyayê Soledar xistiye bin kontrola xwe ne rast in. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin