Li Sêrtê teqîn | Leskerê ku bi helîkopterê rakirin nexwesxanê can da

Li Sêrtê teqîn | Leskerê ku bi helîkopterê rakirin nexwesxanê can da

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê navçeya Perwariyê leşkerekî ku dema çavdêriyê bombe pê de teqiya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Parêzgariya Sêrtê bi daxuyaniyekê ragihand, leşkerê komanda yê ku dema keşf û lêgerînê bombe pê de teqiyaye û bi giranî birîndar bûye bi helîkopterê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Parêzgarîyê da xuyakirin ku leşkerê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gorî hin çavkaniyan bombeyeke çandî ya ku ji aliyê PKKîyan ve hatiye bicihkirin dema lêgerîn û çavdêriya leşkeran li ser rê hatiye teqandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin