PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron, bi hevpayeyê xwe yê Erebistana Sihûdî Faysal Bin Ferhan Bin Abdullah re bi rêya telefonê hevpeyvîn pêk anîye.
Medyaya Ereb, di derbarê hevpeyvina wezîrên herdû welatan de ragihand ku mijara sereke ya hevpeyvînê şerê li Xezzeyê yê di navbera Îsraîl û Hemasê de bûye.
Dezgehên ragihandinê dane zanîn ku wezîran fikarên xwe yên belavbûna şer û pevçûnan a li Rojhelata Navîn nirxandine û pêwîstiya çarenûsê destnîşan kirine.
Her wiha hate ragihandin ku Cameron û Bin Ferhan berjewendiyên hevpar ên Sihûdî û Brîtanyayê yên herêmî û navneteweyî destnîşan kirine û domandina pêwendiyên herdû welatan teqez kirine.
Hin dezgehan jî angaştin ku ev hevpeyvîna Cameron û Bin Ferhan, nîşane ye ku herdû welat hewl didin şer û pevçûnên ku li Rojhelata Navîn roj bi roj belav dibin bêne rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin