PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Rûsya bi hewldana têkdana îstiqrara Afrîkayê tawanbar kir û got ku ev yek hatiye belge kirin.
Macron beriya lûtkeya ‘Nîzama Nû ya Cîhanê′ ya li Parisê tê lidarxistin got: “Rûsya li Afrîkayê bi rêya milîsên xwe yên taybet hêza bêîstîqrariyê ye.”
Macron destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî ew yek li ser koma Wagner belge kiriye.
Macron diyar kir, Moskow rêzê ji qanûnên navneteweyî re nagire û bûye yek ji hêzên mêtinger di sedsala 21ê de ku şerê mêtingeriyê li dijî Ukraynayê dimeşîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin