NY: Me li ser Xezzeyê pisûla xwe ya exlaqî wenda kir

NY: Me li ser Xezzeyê pisûla xwe ya exlaqî wenda kir

PeyamaKurd – Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Amîna Mihemed diyar kir ku mirovahiyê derbarê Xezzeyê de "pisûla xwe ya exlaqî" wenda kiriye.

Mihemed derbarê fînansekirina geşepêdana domdar de civîneke çapemeniyê li dar xist. Mihemed li ser pirsa çima di mijara Xezzeyê de bêdeng ma diyar kir ku ew girêdayî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye û ew ji hemû daxuyaniyên Sekreterê Giştî Antonio Guterres re razî ne.

Mihemed diyar kir ku ew ne di wê pozîsyonê de ne ku îfadeya xwe ya şexsî bidin û got, "Lê belê xema herî mezin ji bo min ew e ku weke mirovahiyê, weke civaka navneteweyî me derbarê Xezzeyê de pisûla xwe ya exlaqî wenda kiriye." Mihemed destnîşan kir ku divê di vê mijarê de gavên lezgîn bên avêtin û destnîşan kir ku êdî dereng maye.

Mihemed diyar kir ku li Xezzeyê di çarçoveya armancên pêşveçûna domdar de "nifşek" wenda bûye. Mihemed diyar kir ku tenê bi ji nû ve avakirina binesaziyê nikarin pirsgirêkên Xezzeya ku mafên bingehîn lê tên înkarkirin çareser bike û got, "Li vir mirov, civak û jiyan heye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin