PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki di civîna rojnamevanî ya ligel serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda de, ragihandin ku li sînorên Polonya-Lîtvanya yên Belarûsê nêzî 4 hezar leşkerên Wagner hatine bicihkirin û ew jî di bihêzkirina sînorên xwe de berdewam in.
Morawiecki, behsa gefa leşkerên Wagner a Rûsî li ser sînoran kir û got, “Li gorî daneyê berdest li Belarûsê nêzî 4 hezar leşkerên Wagner hene. Me sînorên rojhilat xistin bin ewlehiyê û herwiha ji bo baskê NATO û Ewropayê jî em artêşa Polonyayê dişînin erdên rojhilat.”
Serokwezîrê Polonyayê diyar kir ku ew ji her senaryoyeke şer re amadekariyê dikin û çalakiyan wan ji aliyê hevpeymanên Bruksel, Washington û Londonê têne pîrozkirin.
Morawiecki, da zanîn ku di rewşa heyî de Wagner ji bo wan gefê çêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin