PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Ede yê eyaleta Gelderland a Hollandayê di kafeyekê de kesên ji aliyê kesekî çekdar ve dîl hatin girtin. Hêzên Asayîşê ragihandin ku ti delîl tune ku bûyer bi terorê ve girêdayî be.
Li bajarê Edeyê kesekî çekdar kesên li qehwexaneyekê dîl girtin. Hejmarek zêde ekîbên ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Hat ragihandin ku dema cihê sûc ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin malên derdorê hatin valakirin.
Polîs got ku tu delîlên ku bûyerê bi terorê ve girêdidin tune.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin