PeyamaKurd – Li navçeya Hamûr a Agiriyê di operasyona ku hat kirin da pirtûkeke destnivîsa Îbranî ya ku tê texmînkirin 1000 salî ye hat bidestxistin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçtiya berhemên dîrokî yên li navçeya Hamûrê xebat kirin.
Di operasyonê de ekîban li otomobîlekê geriyan û dest danîn ser pirtûkeke destnivîsê ya ku li ser destnivîsa Îbranî ye û tê dîtin ku temenê wê nêzîkî 1000 salî ye û dîroka wê vedigere serdema navîn.
Di derbarê bûyerê de 2 kes hatin desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin