Li Awûstralyayê helîkoptêrek kete ser banê otêlê

Li Awûstralyayê helîkoptêrek kete ser banê otêlê

PeyamaKurd – Li Awûstralyayê helîkoptêrek kete ser banê otêlekê.

Hate ragihandin ku pîlotê helîkoptera ku li Queenslanda Awûstralyayê li ser banê otêlekê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Helîkopter li banê otêla Double Tree ku girêdayî zincîra otêlên Hiltonê ye, li bajarê Cairns ku li bakurê eyaleta Queenslandê dikeve ket.

Piştî bûyera di demjimêr di 00:50yî de rû da, li ser banê avahiyê şewat derket û bi sedan kesên ku li otêla ku li ser cadeya sereke ya bajêr li kêleka deryayê ye diman, hatin dûrxistin.

Rayedaran diyar kirin ku di helîkopterê de ji bilî pîlot kesekî din tune ye.

Hate ragihandin ku rewşa mêrekî 80 salî û jineke 70 salî yên muşteriyên otêlê ku ji ber birîndar bûbûn rakiribûn nexweşxaneyê baş e.

Rayedarên ewlehiyê yên bajarê Cairnsê dan zanîn ku tîmên şopger li ser sedema ketina helîkoptêrê lêkolînan dikin.

Kompaniya helîkoptêrê ya ku helîkoptêran bi kirê dide jî ragihand ku firîn "bê destûr" bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin