PeyamaKurd - Leşkerekî hêzên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo protestokirina şerê li Xezzeyê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya Washingtonê xwe şewitand.
Rayedarên Amerîkî ragihandin ku piştî çalakvan xwe şewitandiye, şewata laşê wî ji aliyê endamên Servîsa Nepen ve hatiye vemirandin, lê belê leşker bi giranî birîndar bûye.
Hate zanîn ku çalakvanê piştî şewatê bi giranî birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê, lê belê metirsiya mirina wî heye.
Çapemeniya DYAyê da zanîn ku vîdeoya dema leşker bi drûşma "Êdî ez ê nebim hevkarê qirkirinê" bi awayekî zindî li ser platformên medyaya civakî hatiye weşandin.
Hate ragihandin ku paşê vîdeo bi sedema ku polîtîkayên bikaranîna platforman binpê dike ji aliyê platforman ve ji weşanê hatiye derxistin.
Rayedarên Balyozxaneyê ku agahî dan çapemeniya Amerîkayê, diyar kirin ku di bûyerê de xebatkarên sefaretxaneyê zirar nedîtine.
Wezareta Derve ya Îsraîlê jî di derbarê bûyerê de ragihandinek belav kir û diyar kir ku xwepêşander ji aliyê xebatkarên balyozxaneyê ve nehatiye naskirin.
Polêsên xwecihî û Servîsa Sîxuriyê ya DYAyê di derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin