Îsraîlê talîmat da leskerên xwe yên li ser sînorê Gazzeyê!

Îsraîlê talîmat da leskerên xwe yên li ser sînorê Gazzeyê!

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant leşkerên Îsraîlê yên li ser sînorê Gazzeyê bi cih bûne ziyaret kir.

Gallant ferman da leşkeran ku "amade bin."

Gallant got, "Yên ku niha Gazzeyê ji dûr ve dibînin, wê ji hundir jî bibînin. Ez soz didim we."

Gallant derbarê êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê da wiha got, "Em ê vê yekê efû nekin. Tişta ku ji bo terorîstan tê kirin tenê îmhakirina wan e û bi tevahî binesaziya wan îmha ye."

Îsraîlê bi deh hezaran leşker li ser sînor bi cih kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin