PeyamaKurd- Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê û temsîlkarê koalîsyona li dijî DEAŞê James Jeffrey ragihand ku wê mayîna wan ya leşkerî li Sûriyê dewam bike. Jeffrey got ku armanca wan ew e ku bikin şer li Sûriyê bo Rûsan bibe astengî.
Jeffrey li Enstîtuya Hudsonê ya Amerîkayê axifî û got ku wan fêdeya mayîna li Sûriyê diye û rast nîne ku Amerîka li Afxanistanê çawa ketine astengiyan, li Sûriyê neketine astengiyan. Jeffrey gotiye ku armanca mayîna wan ya li Sûriyê ew e ku pê zorê bidin ser dijminên xwe û siyaseta ku dimeşînin siyasetekî bi aqilane ye. Jeffrey, weha dewam kiriye:
“Sûriye ne Afxanistan û ne Vîetnam e. Sûriye ne ciyê astengiya Amerîkayê ye. Karê min ew e ku ez vî şerî bo Rûsyayê bikim astengî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin