PeyamaKurd- Wezîrê Îstîxbaratê û ragihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îşaret bi wê yekê kir ku ew xebatê dikin da Îranê ji Sûriyê derxin.
Wezîr Katz, piştî êrîşa ser Kiswa ya Şamê, bi rojnama Yediot Ahronotê re hevpeyvînek kir û got: “ Îran ji bilî vî zimanî ji zimanekî dinê fêm nake.”
Katz ragihand ku hukumeta Îsraîlê hewl dide da şer dernekeve. Divê Îran, çawa berê bi dropêçên Amerîkayê û tehdîdan hatibû rawestandin, divê mirov Îranê vegerîne wan salên berê. Katz got ku ew naxwazin Sûriyê îşxal bikin lê zorê didin ku Îran ji Sûriyê derê. Katz weha dewam kir:
“Îran aşkera tehdîda êrîşa ser Îsraîlê dike. Ev ji bo me tişteka ji dil e û em li gor wê tevdigerin. Em mecbûrin welatê xwe û hemwelatiyên xwe biparêzin.”
Katz got ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû, îro dest bi gera xwe ya Rûsyayê kiriye û dixwaze bi Rûsyayê re biaxife da Rûsya Îranê razî bike ku ji herêmê derê da karibin pêşî li şer bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin