PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, li ser nûçeya rojanameya Wall Street Journal a Amerîkî derbarî bidestxistina Îranê ya belgeyên nepen ên Ajansa Atomî ya Navnetewî, peyameke vîdyoyî belav kir.
Bennet li ser nûçeya Çarşema borî ya WSJê diziya belgeyên IAEAyê û bikaranîna wan ji bo pêşxistina çekên nukleerî, belge nîşan dan û got, ew belgeyên diziya dosyeyên IAEAyê yên 20 sal berê ne ku tê de mohra Wezareta Îstixbarata Îranê heye.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ew belge çend sal berê ji aliyê wan ve hatine bidestxistin ku hem destnivîsa rayedarên bilind ên Îranê û Wezîrê Berevaniya Îranê yê berê Fexrîzade heye.
Li gorî parvekirina Bennett li ser têbîna bi farisî ya belgeyekê hatiye gotin: “Dûr yşan nêzîk, wê IAEA ji me bipirse, lewra pêdiviya me bi çîrokeke çêkirî heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin