DYA ji bo hêzên xwe yên li Japonyayê 10 milyar dolar terxand

DYA ji bo hêzên xwe yên li Japonyayê 10 milyar dolar terxand

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ê di çarçoveya nûkirina teknîka hêzên xwe yên leşkerî yên li Japonyayê de, bi buhayê 10 milyar dolarî, bi dehan frokeyên şer ên nû bişînin baregehên xwe yên li Japonyayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya DYAyê de plana nûkirina frokeyên şer ên li baregehên DYA yên li Japonyayê hat aşkerekirin.

Di daxuyaniya PENTAGONê de hat gotin ku di çarçoveya plana nûkirinê ya ji bo xurtkirina hevalbendiya DYA û Japonyayê, zêdekirina bergiriyên herêma pasîfîkê û xurtkirina aştî û aramiya Hindistanê ku wê di çend salên pêş de bê pêkanîn de, zêdeyî 10 milyar dolar budce hatiye veqetandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya nûkirina Hêza Hewayî ya DYA ya Baregeha Asmanî ya Kadena ya eyaleta Okinawa ya Japonyayê de, wê frokeyên şer ên cureya "48 F-15C/D" bi frokeyên şer ên "36 F-15EX" bêne guhertin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên asmanî bicihkirina 48 frokeyên F-35A ya li şûna 36 frokeyên F-16 yên Baregeha Esmanî ya Misawaya parêzgeha Aomoriyê, wê hêz û şiyana frokeyên taktîkî yên DYAyê zêdetir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin