Modi li ber kamerayan Putin rexne kir

Modi li ber kamerayan Putin rexne kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Özbekistanê bi serokwezîrê Hindistanê Modi re hevdîtin kir û di dema ku li ber kamarayan bûn, ji Putin re weha got:

“Îro çaxê şer nîne û min vêya di telefonê de ji te re got. Demokrasî, dîplomasî, diyalog ev tev bandorê li dinyayê dikin. Em ê di rojên pêş de çawa aştiyê ava bikin? Wê îro şansê me hebe ku em li serê niqaşê bikin lê ez ê derfetê bibînim bê tu çawa li mijaran dinhêrî.”

Li ser vê gotina Modi serokê Rûsyayê Putin jî weha got:

“Em dixwazin şer biqedînin lê Ûkrayna naxwaze şer biqedîne. Ez endîşeyên te yên di derbarê şerê li Ûky-rayna de dizanim. Ji bo di wexteke nêzde şer biqede, ji destê me çi were em ê bikin. Lê mixabin terefê din yanî serokatiya Ukraynayê got ku ew hevdîtinan red dikin. Gotin ku dixwazin bi awayekî leşkerî bigihên hedefên xwe. Lê car din li wan deran çi biqewime, ez ê we her wext xeberdar bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin