HSDê 11 endamên DAISê girt

HSDê 11 endamên DAISê girt

PeyamaKurd – Li Şihêl û Kampa Holê, HSDê 11 endamên DAIŞê girt.

Li gor Navenda Hevahengî û Operasyonên Leşkerî ya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) diyar kir, yekîneyên wan ên taybet, li Şihêla Dêrezorê û li Kampa Holê ya li Hesekê, operasyon encam dan.

Li gor daxuyaniyê HDSê, ew operasyonên hêzên HSDê bi piştevaniya esmanî ya Hevpyemaniya Navdewletî birêve çû.

Navenda Hevahengî û Operasyonên Leşkerî ya HSDê herwiha destnîşan kir, endamekî DAIŞê li Şihêla Dêrazorê, ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 10 kes li kampa Holê ku endamên DAIŞê bûn, di operasyoneke ewlekariyê de, bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî hatin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin