PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îngîltere Suella Braverman di ser hesabê xwe yê e–postayê de, ji ber belga fermî şandiye, wek teknîkî bûye sedema îhlala qaîdeyan û ji ber wê dest ji karê xwe berda.
Ragihandin ji aliyê serokwezîra Îngîltere Liz Truss de hat kirin.
Braverman,di mijarê de daxwuyaniyekî da û di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Îro di wextekî zû de, weke perçeyekî tevlîbûna siyasetê, ji bo destekê di siyaseta hukumetê ya koçê de bidim hev, min ji e-posta xwe ya taybet ji bo hemkarekî xwe yê di parlementoyê de belgeyekî fermî şand. Ev bi teknîkî îhlala qaîdeyane. Belge di derbarê siyaseta koçê de ya encumena wezîran bû ku di nêzde wê bihata weşandin. Ji xwe di derbarê mijarê de piraniya agahiyan me dabû parlementeran. Lî dîsa jî devjêberdana wezîfê rasttir e. Min şaşiyekî kir, berpirsiyariya xwe qebûl dikim û ez îstîfa dikim.”
Hat gotin ku wê wezîfa wezîrê karên hundir ya Îngîltere Grant Shapp bigre ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin