Ciwanekî Mêrdînî ji ber deynan xwe kust

Ciwanekî Mêrdînî ji ber deynan xwe kust

PeyamaKurd Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, hemşîrekî ji ber deynê xwe û pirsgirêkên derûnî xwe kuşt.   

Li gor zanyariyan, li navçeya Qoserê, hemşîr Şiyar Ozgur Temlî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dixebitî, ji ber deynê xwe yê nikarîbû razîne xwe kuştiye.

Hat eşkerekirin, Temlî bi hevjîn û pitika xwe ya 4 mehî re dijiya û hevjîna wî bi xwekuştina wî hisiya ye.

Hevjîna Temlî piştî dibîne ku xwe kuştiye, gazî ambûlansê û tîmên tenduristiyê dike û wî radikin nexweşxaneyê. Lê tevî hemî mudaxaleyan Temlî jiyana xwe ji dest dide. 

Herwiha meytê Temlî ji aliyê malbata wî ve hat girtin û li Qoserê hat veşartin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin