Berdevkê Erdogan, Kalin: ”Em bi birayê Kurd re ser nakin”

Berdevkê Erdogan, Kalin: ”Em bi birayê Kurd re ser nakin”

PeyamaKurd- Berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahim Kalın di ser hesabê xwe yê Twitterê de, di mijara Operasyona “Kaniya Aştiyê” de peyamekî da û got:

“Armanca Tirkiyê ew e ku bi PKKê û DEAŞ ê re em têbikoşin ne bi birayên xwe yên Kurd re. Herêma bi ewle, wê sînorên me biparêze û bike ku koçber bi ewlehî dagerin welatê xwe.”

Her weha Kalın bi rêya kanala BBC News ê bi vîdeoyekî tevlî bernamê bû û weha got:

“Planeka Tirkiyê tine ye ku Sûriyê îşxal bike an demografiya wê biguhêre.”

Siyasetmedarên Kurd di vir de tişteka dinê dibêjin: Eger tu Ereban bibî di herêma Kurdan de bicîh bikî û nûfûsa wan di ser ya Kurdan bixî, ma gelo ev ne guhertina demografiyê ye?

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin