PeyamaKurd – Hat ragihandin ku mîn bi yekîneyeke hêza Zêrevanên Sînor ên piştî bombebaranên Tirkiyê li sînorê Zaxoyê hatine bicihkirin de teqiya.
Li gorî zanyariyan li sînorê nahiyeya Batîfa ya bi ser qezaya Zaxoyê, mînek bi yekîneyeke serbazî ya Hêzên Zêrevanên Sînor de teqiya û di encamê de serbazek birîndar bû.
Fermandarê Lîwaya Yek a Zêrevanên Sînor Dilêr Ferzende Zebarî ragihand ku serbazê birîndar bo Nexweşxaneya Zaxo hatiye veguhastin ku ji lingê xwe birîndar bûye.
Fermandarê Hêza Zêrevaniya Sînor got ku mîneke ji salên berê maye li xala sînorî ya Siyar Benna bi yekîneya wan de teqiyaye.
Hêzên Zêrevanên Sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê piştî êrîşên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Zaxoyê hatine bicihkirin ku ew hêz ji serbazên Kurd pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin