PeyamaKurd - Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Fuat Onen ku doh 5ê Sibatê bi hinceta nirxandin û parvekirinê wî yên li ser medya civakî li Stenbolê ji aliyê polîsan ve li ser daxwaza dozgeriyê hatibû binçavkirin, îro 6ê Sibatê piştî îfadeya li dozgeriyê derket pêşberî dadgehê.
Parêzera Fuat Onen, Medîne Turantaylak ji PeyamaKurd re ragihand, dozger piştî ku îro piştî nîvro îfadeya wî stand, bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeriyê kir û li avahiya edliyeya Çaglayan a Stenbolê îro êvarê jî derket pêşberî dadghê.
Turantaylak da xuyakirin, dadger daxwaza dozgeriyê ya girtinê qebûl nekir û biryara berdana Fuat Onen da ku bi şertê kontrola edlî li derve darizandina doza wî berdewam bike.
Siyasetmedar Fuat Onen piştî ku doh hatibû binçavkirin, li ser medya civakî gelek peyamên piştgiriyê ji bo wî hatin belav kirin û daxwaza demildest berdana wî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin