PeyamaKurd - Îsraîlê bi angaşta ku rê daye Hamasê da ku jêrxaneya wê ya li Xezzeyê ji bo armancên xwe yên terorîstî bikar bîne, Ajansa Xebatên Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) bi tûndî tawanbar kir.
Tê gotin ku UNRWA, ji bo Penaberên Filistînî, li herêmê xebatên alîkariyên mirovî dimeşîne.
Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê Elon Levy di daxuyaniya xwe ya di derbarê vê babetê de UNRWAyê wek 'eniyeke Hamasê' pênase kir û got: "UNRWA, di sê xalan de bûye maka xeternakiyê. Yek; di asteke mezin de bikaranîna terorîstan. Dû; di rêdana Hamasê ku jêrxaneya wê ji bo çalakiyên xwe yên serbazî bikar bîne. Sê; Ji bo belavkirina alîkariyan pişta xwe daye Hemasê."
Berdevk Levy destnîşan kir ku ji sedî 10ê xebatkarên UNRWAyê, ya endamên tevgera Hemasê yan jî yên Cîhada Îslamî ne û got: "UNRWA,ne rêxistineke bêalî ye."
Demek e dirêj e ku Îsraîl, bi angaşta ku bi awayekî sîstematîk li dijî berjewendiyên wê dixebite, UNRWAyê tawanbar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin