Êriseke nû li bingeha Amerîka ya Eyn Esed hat kirin

Êriseke nû li bingeha Amerîka ya Eyn Esed hat kirin

PeyamaKurd - Bereyê Bergiriyê yê Îraqê ragehand, serê sibeha îro di 6ê Berfembar a  2023an de, bi dronan êrîş kiriye ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê, ev jî wekî bersivek li beramberî destpêkirina êrîşên artêşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê hatiye kirin.

Êrîşa îro ya komên bi navê bergiriyê êrîşa yekê ye piştî bidawîhatina agirbesta heftrojî ya çekdarên Hemasê û artêşa Israîlê.

Pêştir Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM ragehandibû, di 3ê Berfembar a 2023an de, 15 moşekên 122 milîmetrî ji axa Îraqê arasteyî bingehên hêzên wan li devera Rimêlanê ya Sûriyeyê hatine kirin, lê çi ziranên canî û madî ji wê êrîşê çê nebûne.

Dîsa hatibû diyar kirin ku bi rêya dronan cihê avêtina moşekên wan diyar kiriye û ji bo berpirsên Îraqê şandiye ji bo ku lêkolînan li ser bikin.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM tekez li ser wê yekê jî kiribû ku li ser parastina hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li dijî êrîşan berdewam bin.

Serbazgeha Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê û hêzên Amrîkayî li wê bingehê hatine binecihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin