PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney, bi sedema kuştina serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah ji aliyê artêşa Îsraîlê de, li seranserê Îranê 5 roj şîna netewî ragihand.
Hamaney, li ser nemirdina Nasrallah daxwuyanî da û got wê cepha berxwedanê xwurttir bibe. Hamaney got:
“Cepha bexwedanê, derbên ku li hebûna Siyonîstan xistiye û Sîyonîzma ku diroxe, wê bêhtir biperçixe. Wê heyfa xwîna Nasrallah li erdê nemîne.
Ez sersaxiyê li xelkê Lubnanê, hukumeta Lubnanê, Hîzbûllahê û li temamê cepha berxwedanê dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin