Pentagon: Me di vê astê de êrîsan nedîtibû

Pentagon: Me di vê astê de êrîsan nedîtibû

PeyamaKurd- Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman êrîşa ser şîrketa petrolê Aramco yê ya Erebistanê “tevlîhev” û bi “koordîne” bi nav kir û weha got:

“ Di êrîşê de gelek alavên hewayî hetine bikaranîn û di heman wextê de şandine hedefê. Li hedefa xwe dane. Me heya niha di wê astê de tiştekî nediye.”

Hoffman, bi berdevkê serokerkanê Amerîkayê re, bi Albay Patrick Ryder re civîneka çapemeniyê ya hevpar çêkir. Hoffman ragihand ku bi Erebistanê re, di mijara lêgerînê de alîkarî kiriye û weha got:

“Bo em bizanibin li wê derê çi qewimî, bi Erebistanê re dixebitin. Tîma me ya şiroveyê li wê derê ye lê em ê li bende bin da Erebistan bêje bê êrîş ji ku derê hatiye û berpirsên êrîşê kî ne û beyan bikin.”

Hoffman got; bo êrîşeka ser Îranê an li dijî wan şerekî îlan bikin, tişteka weha nîne lê êrîşa ser Aramcoyê heya bêjî tevlihev e û bi koordîne hatiye kirin û herêmê ser û binê hev kiriye.

Albay Ryder ragihand ku CENTCOM bo êrîşê û hem bo di peşde êrîşeka weha çênebe, bi Erebistanê re hevdîtinan dike. Êrîşên ku ji başûr de dihatin Erebistanê, heya niha ji aliyê sîstema Amerîka de hatine astengkirin lê di êrîşên bakûr de, dê binêrin ka çawa dikarin bi Erbistanê re bibin alîkar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin