PeyamaKurd - Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte got, pêwendiya me ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re gelek bihêz e û diyar kir, hevdîtina wan li Davosê gelekî dostane bû.
Berî destpêkirina Civîna Lutkeya Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê li Brûksel a paytecta Belçîkayê, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di civîneke rojnamevanî de, ragihand ku pêwendiyên dualî yên Holanda û Herêma Kurdistanê gelekî bihêz in.
Serokwezîrê Holandayê destnîşan kir, pêwendiyeke me ya gelek bihêz bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re heye û diyar kir, “Me bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re danûstandineke dostanî li Davosê kir”.
Mark Rutte li ser êrîşên Îranê û milîsan jî got: “Em li ser rewşa deverê bi awayekî giştî û ya Iraqê bi awayekî taybetî gelek nîgeran in. Em daxwaza kêmkirina aloziyan dikin, ji bo ku şerê Rojhilata Navîn berfirehtir nebe”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin