PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Muraşko ragihand ku wan aşiya Kovid-19 ê şandine temamê herêmên welat û wê heya roja duşemê aşiya bi navê Sputnik V bigihê herêman. Aşiya ewilî wê li ser kesên dilxwaz bêkirin.
Li Rûsyayê aşiya bi navê Sputnik V, ji aliyê Enstîtuya Gamaleya de hatiye bipêşxistin û li temamê welat tê amadekirin. Wezîr Murashko weha got:
“Bo zîncîreya amadekariyê test bikin, grûbên aşiyê ji niha de me şandin temamê herêman. Mînakên ewilî yên aşiyê wê heya roja duşemê bên teslîmkirin. Sputnik V di pêvajoya 3 yem de ye û dê vê hefteyê li ser kesên dilxwaz bê ceribandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin