Wezareta Pêsmerge: Li Mexmûrê bûyereke nebas rû da

Wezareta Pêsmerge: Li Mexmûrê bûyereke nebas rû da

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge pabendbûna xwe bi karkirina Hikûmeta Federal re ji bo çareseriyeke rîşeyî ji kêşeya re Mexmûrê dubare dike.

Li gor Serokatiya Erkana Pêşmerge di daxuyaniyekê de da zanîn, “Mixabin do (22.10.2023) li Mexmûrê bûyereke nebaş rû da û di encamê de ji her du aliyan şehîd û birîndar çêbûn. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî çakbûnê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em pabendbûna xwe ji bo karkirina bi Hikûmeta Federal re ji bo çareseriyeke rîşeyî û mayînde dubare dikin ku dê ewlehî û aramiyê li seranserê Iraqê pêk bîne.”

Di berdewamiyê de got: “Em piştgiriya xwe ji naveroka daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar re, ji bo lêkolîneke bilez û şefaf derbarê bûyerê radigihînin, ji bo diyarkirina sedeman û dîtina çareseriyên guncaw ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê.”

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Lîwa Yehya Resûl destnîşan kir: “Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî li ser bûyera ku sê kesan canê xwe jidest dan û 7 kes jî birîndar bûn lêkolîn dişopîne.”

Resûl da zanîn, Sûdanî ferman daye ku komîteyek bilind were avakirin ji bo lêkolînkirina encamên bûyerê û diyarkirina sedemên derketina vê bûyerê.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar bi daxuyaniyekê da zanîn, Sûdanî daxwaz ji hemû hêzan kir xwe bigirin û tekez kir ku divê hemû fermandar û hêzên di hemû astan de hest bi berpirsyariyê bikin.

Hat zanîn, do êvarê 22.10.2023an, ji ber têgihîştineke şaş li xaleke kontrolê ya leşkerî, şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li çiyayê Qereçoxê rû da, şer û pevçûn çend xulekan berdewam kir, piştre rewş hat kontrolkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin