PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li kampa Holê de 7 kes hatin girtin.
Hate eşkerekirin ku operasyon piştî komkirina agahiyan û tesbîtkirina cihên şaneyên çeteyan, roja 31ê Tîrmehê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet (HAT) ve hatiye lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, endamên HATê bi ser 7 cihên ku çeteyan xwe lê vedişart de girtin û 7 kesên şaneyê desteser kirin.
Hate diyarkirin ku di lêpirsînên destpêkê de endamên şaneyê li xwe mikur hatine ku wan plan dikir di nava kampê de kiryarên çetetiyê pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin