PeyamaKurd – Li Amerîkayê nêçîra kujer qediya. Robert Card ku li eyaleta Maine 18 kes qetil kir, mirî hat dîtin.
Li Amerîkayê bendewariya tirsnak qediya. Cenazeyê Robert Card ê ku 2 roj berê li bajarê Lewiston ê eyaleta Maine di êrîşa çekdarî de 18 kes kuştibû reviyabû, cenazeyê bê can hat dîtin.
Hat îdiakirin ku Robert Card ê ku li artêşê mamosteyê çekên rezervê bû û diyar bû ku pirsgirêkên wî yên psîkolojîk hene, întîxar kiriye. Card danê êvarê roja Pêncşemê li du herêmên cuda gule li gel reşandin û di êrîşê de 18 kes mirin.
Wezareta Ewlekariya Navxweyî û Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) ji bo girtina Card ku piştî êrîşê reviyabû, lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin