PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di roportajeke xwe ya ku da Fox Newsê de rewşa siyasî ya Îsraîlê nirxand û di nirxandinên xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Amerîkayê ku li hember karê wan ên navxweyî dabûn.
Benjamin Netanyahu, di roportajeke ligel kanala Fox Newsê ya Amerîkî de bertekên navdewletî yên li hember reforma dadwerî ya li Îsraîlê nirxand û di nav nirxandinên xwe de jî rexne li Amerîkayê kir.
Netanyahu diyar kir ku di dema desthilatdariya xwe ya 16 salan de li ser kar û barên navxweyî yên demokrasiyên din şîrove nekiriye û got,
“Hemû kes di derbarê Îsraîlê de xwedî nêrînek e, bi serhildanên li Fransayê, xwepêşandanên li wir û nîqaşên li welatên din nizanin. Bi rastî ne xema min e ku li ser vê yekê şîrove bikim."
Netanyahu diyar kir ku ew ê di bin bandora zextên navneteweyî de nemînin û got ku ew ê wekî hikûmeta hilbijartî ya Îsraîlê, biryarên di derbarê welatê xwe de bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin