PeyamaKurd - Serokê baskê Koma Komarparêz ya Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Senator Mitch McConnell daxwazê li Serokê DYAyê Joe Biden kir ku bersiveke bi tîn bide rejîma Îranê.
Senator McConnell, di daxuyaniya çapemeniyê de di derbarê êrîşa li Urdunê ya li dijî baregeha leşkerî ya DYAyê de rejîma Îranê wek berpirs destnîşan kir û got: “Bi salan e em dizanin ku Îran piştgiriya pêla kujerî ya terorê dike.
McConnell pêwîstiya bersivdayîna vê êrîşê destnîşan kir û dom kir: "Niha hemû cîhan li bendê ye ku Biden hêza Amerîkayê bikar bîne da ku Îranê neçar bibe ku piyonên xwe biguherîne."
Berxwedana Îslamî êrîşê girt ser xwe
Rêxistina Berxwedana Îslamî ya girêdayî rejîma Îranê ku yek ji komên milîşe yên Şîa ye, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku êrîşa bi frokeyên bêmirov a li dijî baregeha leşkerî ya DYAyê ji alî hêzên wan ve hatiye pêkanîn.
Biden: Em ê tola vê êrîşê bistînin
Serokê DYAyê Joe Biden jî piştî êrîşê gefê li rejîma Îranê xwar. Biden ragihand ku êrîş ji aliyê komên tûndrew ên girêdayî rejîma Îranê ne û li Sûriye û Iraqê tevdigerin pêk hatiye.
Serokê DYAyê Joe Biden êrîşê wek "Êrîşeke hovane" bi nav kir û got: "Leşkerên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane welatparêz in. Em ê bi hev re berpirsyariya xwe ya pîroz a li hember malbatên wan pêk bînin. Em ê hewl bidin ku şayanî şeref û rûmeta wan bin. Em ê biryardariya xwe ya têkoşîna li dijî terorê bidomînin. Bila qet guman çênebe ku em ê tola vê êrîşê, di dem û şêweyeke ku em ê diyar bikin de, bistînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin