PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE), Norwêc û Îzlandayê piştî derçûna nukleerî ya sala 2011an û derketina santrala nukleerî ya Fukushimayê, qedexeyên hawirdeyê yên li ser berhemên xwarinê yên Japonî rakirin.
Li gorî biryara ku di Civîna Bilind a Ewropayê de hat dayîn, hat diyarkirin ku YEyê pabendbûna piştî ku bermahiyên nukleerî bi ser qadên çandiniyê ve çûbûn dabû ser Japonyayê ku ev yek di sala 2011an de çêbûbû, ji îro û bi şûn ve ew qedexe rakirin.
Di vê çarçoveyê de ji Fukushima û derdora wê Miyagi, Yamagata, Ibaraki, Gunma, Niigata, Yamanashi, Nagano, Iwate û Shizuoka hawirdeya bê pere ya hilberên çandinî û xwarinê ji bo YEyê hat vekirin.
Piştî derçûna nukleerî, YE û gelek welatan hawirdeya xurek û berhemên çandiniyê yên ji herêmên Japonyayê derdiketin qut kiribûn.
Bi vî rengî, şert û mercên wekî ceribandina radyoaktîf a Japonyayê ya hilberên li herêmê yan peydakirina sertîfîkayeke ewlehiyê hatine rakirin.
Tê payîn ku Swîsre jî di demeke nêzîk de biryareke bi heman rengî bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin