PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy serdana Kongreya Amerîkayê kir û bi endamên Kongresa Demokrat û Komarîxwaz ên her du meclîsên Kongresê re civiya.
Zelenskiy ku beşdarî Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû, piştî hevdîtinên xwe yên li New Yorkê hat paytext Washingtonê û çû serdana Kongreya Amerîkayê.
Zelenskiy bi endamên Meclîsa Nûneran û Senatoyê re hevdîtin kir.
Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Nûneran Michael McCaul, Komarî, piştî civînê di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re got ku wî ji Zelenskiy pirsî ku ji bo serketinê çi hewce dike.
McCaul diyar kir, Ukrayna bi taybetî hewcedariya xwe bi f-16 û fuzeyên ATACMS heye û got, divê rêveberiya DYA’yê piştgiriya Ukraynayê bike.
McCaul destnîşan kir, piraniya Kongreyê piştgiriyê dide alîkariya ji bo Ukraynayê û li aliyê din jî peyam da ku rêveberiya Amerîkayê ji bo serketinê li Ukraynayê xwedî plan be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin