Aliyev: Me îspat kir ku em hevkarekî pêbawer in

Aliyev: Me îspat kir ku em hevkarekî pêbawer in
PeyamaKurd – Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di axaftina xwe ya li 10emîn Civîna Wezîran a Lijneya Şêwirmendiyê ya Korîdora Gazê ya Başûr de wiha got, "Azerbaycanê îspat kiriye ku hevkarekî pêbawer e."

Aliyev herwiha got, "Ji Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwazeke mezin a gaza xwezayî ya Azerbaycanê hebû û hîn jî heye."

Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama got, "Gaza xwezayî ya Azerbaycanê ji bo siberoja Ewropayê xwedî girîngiyeke diyarker e."

Aliyev axaftina xwe wiha domand: "Dema ku em behsa cihêrengiyê dikin, helwesta me her dem ev bû û hîn jî heye ku divê ne tenê rêyên peydakirinê cihêreng bin, divê çavkanî jî cihêreng bin.

Hilberîna xaza xwezayî wê di çaryeka ewil a sala bê de ji qada 'Azeri-Çırak-Guneşli' destpê bike. Ev proje pir hêviyê dide."
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin