Xwêpesandanên Iraqê ji nû ve dest pê kirin

Xwêpesandanên Iraqê ji nû ve dest pê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li hin herêmên parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê xwepêşandanên ji nû ve dest pê kirine ku xwepêşander kêmbûna xizmetan û nebûna elektrîkê protesto dikin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên medya herêmî li Iraqê, xwepêşanderan gelek rêyên sereke girtine û navendên hikumetê yên li sûka Şiyûx a navenda parêzgehê neçar hiştine ku deriyên xwe bigirin.

Tê ragihandin ku xwepêşander daxwaza rêkûpêkiya dayîna kehrebeyê û xizmetguzariyê ji hikûmetê dikin û herwiha dixwazin berpirsên herêmê istîfa bikin

Li Iraqê ji ber germa zêde ku digihe pileya 50 pêdiviyeke zêde bo elektrîkê heye, lê elektrîk kêm e û hemwelatî ji ber germa zêde di rewşeke xirab de dijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin