PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şerê navbera El Nûsraya berê Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) komên çekdarên Tirkiye piştgiriya wan dike, li dorûbera Idlib û Hemayê dijwar bûye.
Li gor Rawengeha Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) di şerê çend rojên dawî de ji her du aliyan 97 çekdar hatine kuştin û HTŞê li başûrê Idlibê 11 gund kontrol kirine.
SOHRê ragihand ku di şerê HTŞya ku El Qayde piştgiriya wê dike û Komên Çekdarên Eniya Netewî ya Tirkiye piştgiriya wan dike de, şer gihîştiye gundewarên Heleb û Idlibê.
Li gor zanyariyên SOHRê komên çekdar ji bo erdên ketine destê HTŞê vegerînin êrîş dane destpêkirin û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de diqewimin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin