Li Efrînê jineke Kurd a ducanî ji ber îskenceya lê hatibû kirin can da

Li Efrînê jineke Kurd a ducanî ji ber îskenceya lê hatibû kirin can da

PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, jineke Kurd a ducanî piştî îşkenceya giran a lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.

 Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku jineke Kurd di jêr îşkenceya îstixbaratên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de can daye.

Rêxistinê diyar kir ku roja Duşemê, 11 Îlonê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl, welatiya Kurd Nimat Behcet Şêxo ya 32 salî, ji gundê Qube Hemşelik ser bi Racoyê girtine.

Jina navborî ducanî bûye û di meha şeşem a ducaniyê de bûye û ligel hevjînê wê Xelîl Nasan ê 36 salî û 2 kesên din hatine girtin û ji bo navenda istixbarata Tirkiyê, dibistana Emîr Xûbarî, hatine birin û ew 6 demjimêran hatine îşkencedan û di encama îşkenceyê de jina Kurd bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Kesên hatine girtin di heman rojê de hatine berdan, lê ji ber îşkenceya giran jina ducanî piştî çend rojan can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin