Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Vatîkanê bi Papa re dicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Vatîkanê bi Papa re dicive

PeyamaKurd -Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî bidawîbûna karên Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê, ligel şandekê serdana Romayê, Paytexta Îtalyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Romayê bi Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte û çendîn berpirsên bilind ê Hikûmeta Îtalyayê dicive û derbarê hemahengiyên rûbirûbûna terorê guftûgoyê dike.

Herwiha di serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ji Wezîrê Avedankirin û Niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher, Wezîrê Ewqaf û Karbarên Olî Piştîwan Sadiq û Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî pêl hatibû, derfetên webirhênanê bi kompanyayên Îtalyayê re civîn têne dikin.

Piştre biryar e li Vatîkanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Papa bicive û behsa pabendbûna Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana olî û handana guftûgoyên di navbera olan de bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  derbarê serdana xwe bo Îtalya û Vatîkanê de ragihand: “Ligel Papa behsa girîngiya pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna terorê dikin. Şanaziyê dikin ku Herêma Kurdistanê gelek hewl daye bo pêşvebirina guftûgoya di navbera olan de û keşeke aram bo peyrewên tevahiya olan li Herêma Kurdistanê peyda kiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin